03 Tebax 2016•Rojanekirin: 04 Tebax 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê komekê qirkirina êzdiyên Şingalê ya ku di 3ê tebaxa 2014an da hatibû kirin, şermezar kirin.
Di çalakiya ku ji hêla komekê va li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan hat kirin da Parlementera HDPê ya Şanliurfayê Dîlek Ocalan axivî û diyar kir ku bi taybetî jî ji bo muameleyên li jinê êzdî hatibûn kirin şermezar bikin, hatin bal hev.
Ocalanê ragihand ku nêzî 2 sal berê di qirkirina li Şingalê da hedefa sereke jin bûn û wiha pê da çû: "Bi hezaran êzdiyên ku jin û zarok jî di nav wan da bûn ji hêla DAEŞê va hatin qirkirin, bi hezaran êzdî bê mal û bê war man. Ez bi rêzdarî hemû jinên me yên êzdî yên ku can dane bi bîr tînim."
Kesên di komê da piştî axaftina Ocalanê ji bo kesên hatibûn kuştin bi qasî deqîqeyekê rêz girtin û paşê jî bê xirecir belav bûn.