15 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
DIYARBAKIR
Ajansa Pêşketinê ya Qerecedaxê di çarçoveya Bernameya Navendên Cazîbeyê da li Lîseya Anadoluyê ya Turk Telekomê atolyeya montaj, wêne, radyo û studyoya weşanê ya ku 300 hezar lire girt vekirin.
Di çarçoveya bernameyê da ji bo ku xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Turk Telekomê perwerdeyeke baş bibînin atolyeya montaj, wêne, radyo û studyoya weşanê ya ku 300 hezar lire girt vekirin.
Xwendekarê di saya atolyeyê da teoriya ku di dersan da hîn bûne pêk bînin û wek ragihênerên siberojê bigihêjin. Xwendekar ji ber ku gihîştin vê îmkana ku di destê gelek zanîngehan da jî tune zehf kêfxweş bûn.
Alî Sogukê Midûrê Xwendingehê diyar kir ku hezar û 450 xwendekar perwerdeyê dibînin, 198 xwendekarên ku li beşa radyo televizyonê dixwînin ji atolyeyê îstifade dikin.
Mamoste Ceyda Şahînogluyê jî diyar kir ku berê bi tenê wênegireke wan hebû, lê niha bi saya Bernameya Navendên Cazîbeyê 4 atolyeyên wan çêbûn.
Şahînogluyê destnîşan kir ku di vê çarçoveyê da ji wan ra 30 komputerên nû hatin kirîn, 4 jî atolyeyên teze hatin damezirandin.
Herwiha Şahînogluyê bal kişand ku bi damezirandina atolyeyan va ezm û xîreta xwendekaran jî zêde bû û herwisa xwendekaran dest bi çêkirina kurtefîlm û belgefilman û amadekirina projeyan kirin.
Xwendekar Geylanî Gunder jî bal kişand ew gelekî bi şans in ku dewletê evreng derfet pêşkêşî wan kir û herwiha ew bi xêra atolyeyan çêtir fêrî karê xwe dibin.