15 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
ADANA
Li gorî agahiyê, ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê dijî berşikên ku tê îdiakirin, endamên rêxistina terorê PKK/KCKyê ne û herwiha beşdarî çalakiyên rêxistinê bûn, "berbangê" operasyoneke hemdem birin ser gelek adresan.
Di operasyona ku polêsên hêza pola jî beşdar bûn da polêsan bi lom deriyê hin adresan şikandin û wisa ketin hundir.
Di operasyonê da 18 jê ji 18 salî piçûktir 38 kes hatin binçavkirin.
Di mala berşikan da 3 tifingên nêçîrê, demançeyek û gelek dokumenên rêxistinî hatin qefaltin.
Berşik di bin tevdîrên xurt ên ewlekariyê da birin Dezgeha Tiba Edlî, li vir ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û paşê jî birin midûriyeta ewlekariyê.