Türkan Tosun
12 Mijdar 2018•Rojanekirin: 13 Mijdar 2018
ÎDLIB
Rejîma Beşşar Esed û komên terorîst ên piştgiriya wî dikin li Sûriyeyê guh nadin peymana Soçiyê û êrîşên xwe yen li Îdlibê didomînin.
Rejîm û komên terorîst ên biyanî yên ku Îran piştgiriya wan dikin guh nadin lihevkirina Soçiyê û êrîşî cihên sivîl ên li Îdliba di nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da ye dikin.
Rejîma Esed û alîgirên wî şev li başûrê Îdlibê êrîşî bajaroka Cercenazê, gundên Tûh, Sukeyk û Temeniyayê, navçeya Latamneyê ya li bakurê Hemayê û herêma Morîkê kirin.
Der barê mirî û birîndaran da hê agahî tune.
Lihevkirina Soçiyê di 17ê Îlonê da hatibû îmzekirin. Ji wê demê vir va 25 sivîl mirin û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.
Muxalifên eskerî li gor lihevkirinê di 10ê Cotmehê da çekên xwe yên giran ji herêmê kişandibûn.