25 Mijdar 2016•Rojanekirin: 26 Mijdar 2016
MARDÎN
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê di operasyona dijî rêxistina terorê da Şaredar Îsmaîl Asiyê DBPyî hat binçavkirin.
Ekîbên Amirtiya Buroya Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya navçeyê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Qiziltepeyê rêva dibe da Şaredar Asi li şaredariyê hat binçavkirin.
Karûbarên ewlekariyê yên Asi dewam dikin.
Di çarçoveya lêpirsînê da hêzên ewlekariyê do operasyon biribûn ser avahiya şaredariyê û hin navnîşanan û 4 kesên ku di nav wan da xebatkar û rêveberên şaredariyê jî hene binçav kiribûn.