Abdullah Tel
15 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê di agahdarkirina hefteyî da der barê têkoşîna li nav welêt dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz tê dayîn û Tevgera Mertalê Feratê da agahî parve kir.
Hat gotin ku di navbera 6 û 13 cotmeha 2016an da di çarçoveya operasyonên dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz da ji bo rê li ber amadekirinên zivistanê yên rêxistinê bê girtin xebat zêdetir hatin kirin. Li herêmên Yuksekova, Şemdînlî, Çukurca, Beytuşşebap, Dîcle, Hanî, Nisêbîn, Diyadîn û Qaqizmanê operasyon hatin kirin.
Di van operasyonan da 66 terorîst hatin kuştin û Mehmet Nurî Ozenê berpirê Norşêna Bidlîsê yê ku ji rêxistina terorê ya cudaxwaz bû û di lîsteya kesk da ji bo girtinê navê wî derbas dibû jî di şerê qewimî da mirî hat qefaltin.