Önder Beyter
16 Hezîran 2018•Rojanekirin: 16 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan eydaniya Serokomarê Ozbekistanê Şewket Mîrziyoyev kir.
Li gorî agahiyê, Serokomar Erdogan bi minasebeta Cejna Remezanê bi têlefonê li Serokomarê Ozbekistanê Mîrziyoyev geriya. Di peywendiyê ser têlefonê da herdu lîderan biryardariya xwe anîn ziman ku peywendiyên Tirkiye-Ozbekistanê pêşdatir bibin.
Herwiha hat ragihandin ku hem Erdogan û hem jî Mîrziyoyev xwestin ku Cejna Remezanê di serî da ji bo alema Îslamê, dû ra ji bo tevahiya cihanê bibe wesileya xêr û xweşiyê.
Hat destnîşankirin ku Mîrziyoyev bi minasebeta hilbijartinên 24ê Hezîranê ji Serokomar Erdogan ra serkeftin xwestiye.