Önder Beyter
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê pêvajoya endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) da wiha got, "Heger YE êdî li hemberî me zelal û eşkere be, bo nimûne heger bêje em nikarin Tirkiyeyê hildin YEyê, ev yek wê me rihet bike."
Serokomar Erdogan di hevpeyvîna xwe ya ligel bernameya BBCyê "HARDtalk" ku jê beşeke kin hat weşandin da peywendiyên Tirkiye û YEyê nirxand û bersiv da pirsan.
Ji bo pirsa, "Tirkiye bi we heger di nava Ewropayê da be, an jî li dervayî Ewropayê be, çêtir e? Nêrîna we ya şexsî çi ye? Tevlîbûn rind e, an tevlînebûn rind e?" Erdogan wiha bersiv da, "Em sozê xwe tînin cih. Heger YE êdî li hemberî me zelal û eşkere be, bo nimûne heger bêje em nikarin Tirkiyeyê hildin YEyê, ev yek wê me rihet bike. Emê jî plana xwe ya B, plana xwe ya C bisepînin. Anku YE, ji bo me ciyekî bivê nevê nîne. Tirkiye li ser piyên xwe çik disekine û îro dahata neteweyî ya serê merivê ji 11 hezar dolarî bihuriye."
Li ser bersiva Erdogan, rojnameger got, "Ez dibêjim qey fikra we ya şexsî ew e ku heger Tirkiye tevlî YEyê nebe, wê çêtir be" û Serkomar Erdogan dîsa wiha xeberda:
"Di demên pêşiyê yên serokwezîriya min da li zîrweya lîderan a YEyê da helwesta wan a li hemberî me wiha bû; digotin, Tirkiyeyê şoreşeke bêdeng kir, lê mixabin niha heman Ewropa em venexwedin zîrweya lîderan û di ser da jî me timî egle dikin. Vêga piraniya gelê min êdî YEyê naxwaze. Helwestên YEyê yên li hemberî me, jidil û samîmî nabîne. Lê ligel vê yekê emê ji bo demeke din jî samîmiyeta xwe ya li hemberî YEyê bidomînin, ka em mêze kin wê bigihêje ku?"