Haydar Şahin
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
ANKARA
Piştî hewla derbayê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) 150 general û amîral, 4 hezar û 287 efser, bi tevahî 7 hezar û 655 personel ji Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê hatin îxrackirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Wezareta Parastina Neteweyî berhev kir, piştî hewla derbeyê ya FETO ji Fermandariyên Hêzên Hewa, Beja û Behrê gelek personel bi îdiaya têkildarbûna rêxistina terorê hatin îxrackirin, ji bo demekê ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Di vê çarçoveyê da ji Fermandariya Hêzên Beja 4 hezar û 801 personel hatin îxrackirin. Ji van 87 kes general, 2 hezar û 538 efser, hezar û 16 binefser, hezar û 87 serleşkerên pispor, leşker/serleşkerên bi peyman, 73 karker/karmend ji Fermandariya Hêzên Bejayî hatin îxrackirin.
- Ji Hêzên Behrê 31 amiral hatin îxrackirin
Ji Fermandariya Hêzên Behrê jî 31 amiral hatin îxrackirin. Ji van 646 kes efser, 368 kes binefser, 30 kes serleşkerên pispor, serleşker/leşkerên bipeyman, 27 kes karmend/karker in, bi tevahî hezar û 102 personel hatin îxrackirin.
Ji fermandariyê 121ê wan efser bi tevahî 231 kes hatin îxrackirin.
- Fermandariya Hêzên Hewayê
Ji Fermandariya Hêzên Hewayê hezar û 752 kes hatin îxrackirin. Ji van 32 kes general, 103 kes efser, 536 kes binefser, 55 kes serleşkerên pispor, serleşker/leşkerên bi peyman, 26 kes karmend/karker in. Fermandariya Hêzên Hewayê ji bo 415 personelan jî biryara dûrxistina ji wezîfeyê da.