İbrahim Atmaca
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2018
BRUKSEL
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku tîma neteweyî ya fitbolê ya Xirvatistanê di Kûpaya Dinyayê da derket fînalê Serokomarê Xirvatistanê Kolinda Grabar Kitarovic pîroz kir.
Serok Erdogan, ji bo Lûtkeya NATOyê li Bruksela paytextê Belçîkayê ye û di çarçoveya lûtkeyê da beşdarî "Rûniştina Efxanistanê" bû. Erdogan di civînê da silav da Serokomarê Xirvatistanê Kolinda Grabar Kitarovic û li ser piya qasekê pê ra sohbet kir.
Erdogan ji bo ku tîma neteweyî ya fitbolê ya Xirvatistanê di Kûpaya Dinyayê da derket fînalê Kitarovic pîroz kir û ji bo pêşbirka fînalê ya ku wê bi Fransayê ra were lîstin jî ji Xirvatistanê ra serkeftin xwest.
Kitarovic jî Erdogan ji bo serkeftina wî ya 24ê hezîranê pîroz kir.
Her wiha Erdogan silav da Serokwezîrê Makedonyayê Zoran Zaev û Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven û demeke kin bi wan ra sohbet kir.