Ahmet Aydın
23 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2017
KUWÊT
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, bi balafira taybet "TUR"ê gihîşt Kuwêtê û li Balafirgeha Nêvneteweyî ya Kuwêtê ji aliyê Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah ve hat pêşwazîkirin.

Di dema pêşwaziyê de Serokwezîr Şêx Cabir Mubarek Hemed Sebah, Cîgirê 1emîn ê Serokwezîr û Wezîrê Karê Derve Şêx Sebah Xalid Hemed Sebah, rayedarên Kuwêtê û Balyozê Tirkiyeyê yê li Kuwêtê Murat Tamer jî amade bûn.

Emîne Erdogana Xanima Serokomar, Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyê Suriştî Berat Albayrak, Wezîrê Berevaniya Millî Nurettin Caniklî û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan jî digel Serokomar Erdogan li Kuwêtê ne.
