Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima vekirinê ya cihê ASELSANê yê li Golbaşiyê bû û li vê derê axivî. Erdogan bi bîr xist ku îro salvegera 27emîn ya komkujiya Helebçeyê ye ku Seddam bi çekên kîmyewî ve bi hezaran kes kuştibû. Erdogan wiha got: "Mirovahî duh li ber Helebçeyê bê deng mabû. Îro jî heman bêdengî di mijara Helebê de heye. Tirkiyeyê her tim êş û derdê xwîşk û birayên xwe kişand û deriyê xwe ji wan re vekir."
Serokomar Erdogan wiha got: "A rast yek ji sedemên paşxaneya tiştên ku îro li Sûriyeyê diqewimin, daxwaza şikandina vê hêz û pozîsyona Tirkiyeyê ye. Her çiqas me nekarî ku em beriya pevçûnên di nav Sûriyeyê de bigirin jî em li birayên xwe yên ku mexdûr bûn xwedî derketin, deriyên xwe ji bo wan vekir û vê lîstikê vala derxist."
Erdogan got ku piştî komkujiya Helebçeyê 500 hezar kurdên ku ji ber zulmê revîn û hatin Tirkiyeyê û wiha dewam kir:
"Rihma Xwedê li xwîşk û birayên me yên ku li Helebçeyê hatin qetilkirîn jî bibe, li sed hezarên ku bi destê rêvebiriya zalim a Esed hatin qetilkirin jî bibe. Em wek Tirkiyeyê li hember van geşedanan derfetên dîplomasiyê bi kar tînin û têkoşînê didin û em ê têkoşînê bidin jî. Lê em dizanin ku heta em hêza xwe ya leşkerî bi hê hêza xwe ya siyasî û dîplomatîk re nexin dewrê jî em ê tu encamê nestînin. Welatê me tu wextî li pey şer nebû û em ê li pey şer nebin jî. Her wiha heke hewce bike em dikarin her cure têkoşînê jî bidin û em dev ji vê biryara xwe jî bernadin. Em ê di her qada sanayiya xweparastinê de li dinyayê bibin dewleta herî baş."