19 Îlon 2017•Rojanekirin: 20 Îlon 2017
NEW YORK
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li New Yorkê di vekirina Hevdîtinên 72yemîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de gotarek pêşkêş kir.
"Ez bang li wan dewlet û saziyên nêvneteweyî dikim ku sozê xwe bînin cih"
Serokomar Erdogan got, "Ez ji vêderê ve di hizûra hemî cihanê de, bang li wan dewlet û saziyên nêvneteweyî dikim ku sozê xwe bînin cih çimkî barê hêwirandina 3,2 milyon penaberî berdane ser milê Tirkiyeyê."
"Em ji vir bangî HKIyê dikin ku dev ji wê hewla xwe berde"
Erdogan got, "Di binemaya yekparçeyiya axê de pêwîstiya Iraqê bi peymanan û bi avakirina îdealên xwe yên siberoja hevbeş heye. Pêdivê ji gavên weke daxwazên serxwebûnê ku li herêmê dibin sedema qeyranên nû û pevçûnan dûr bên sekinîn."

Serokomar Erdogan got, "Em ji vir bangî Herêma Kurdistana Iraqê dikin ku dev ji wê hewla xwe ya ku di vê çarçoveyê de daye destpêkirin berde. Xwe kerrûlalkirina ji helwesta Tirkiyeyê re ya ku di vê mijarê de ya gelekî eşekere û biryardar e, dê ev dibe ku bibe sedema ji destdana Herêma Kurdistana Iraqê ji destkeftên xwe. Şûna ku em agir bi fitîla pevçûnên nû bixin divê em hemû bi hev re li herêmê ji bo tesîskirina aramî, aştî, ewlehî û îstitiqrarê bixebitin."
"DEAŞê ji bo ku rojevên xwe bi xwe tetbîq bikin wekî amûrekî bi kar tînin"
Serokomar Erdogan anî ziman ku teqez armanceke wisa ya piraniya kom û hêzên dibêjin ku li herêmê dijî DEAŞê têkoşîn didin tune. Ev kom û hêz DEAŞê ji bo ku rojevên xwe bi xwe tetbîq bikin wekî amûrekî bi kar tînin û wiha pê de çû:
"Hewldanên PYD, YPGyê yên li Sûriyeyê li herêmên ku bi dest dixe guhertina teşekula demografîk, destdayîna ser malên gel, kuştina kesên ku dijî wan derdikevin an jî mişextkirina wan sûcên mirovahiyê ne. Têkoşîna dijî DEAŞê dema ku li ser bingeheke meşrû neyê dayîn bivê neyê ye ku dinya bikeve bin tehdîda DEAŞên nû."
"Civaka navneteweyî di mijara Arakanê de jî ezmûneke baş neda"
Erdogan destnîşan kir ku civaka navneteweyî her wekî li Sûriyeyê, di mijara trajêdiya ku bi serê misilmanên arakanî de hat jî ezmûneke baş neda û got, "Heke pêşiya vê trajediya ku li Maymarê diqewime neyê girtin dîroka mirovahiyê dê bi şerma rûreşiyeke nû re rû bi rû bimîne."
Serokomar Erdogan herwiha got, "Ev hemû geşedan û trajediyên mirovahiyê yên ku diqewimin mafdariya me ya ji bo ji nû ve sazkirina Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku me wek Tirkiye bi gotina "Dinya ji 5an mezintir e" kir sembûl teyît dike. Her wiha nîşaneya wê yekê ye ku em di reformekirina Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de çiqas dereng mane."
Erdogan wiha pê deçû: "Em ên ku bi wesfê nûnerên hemû dinyayê di bin vê banê de hatin bal hev heke vîneke ku ji cinayetên rêxistinên terorê re, qeyranên mirovahiyê re û mexdûriyetan re bibe asteng dernexînin holê wê demê her kes dê li rêyan bigere ku li çareya serê xwe bibîne. Heke ev nêrîn belav bibe dinyaya me dê ber bi kaos û bahozeke zilmê ya nû ve kaş bibe."