Haydar Şahin
06 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ew ê sibê Dêra Hesin a ji bo ortodoksên bulxar girîngiya wê ya dîrokî heye veke.
Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê restorasyona Dêra Hesin a li Balata semta Stenbolê di himayeya Erdogan da tê kirin temam dibe û Serokomar Erdogan ew ê sibê dêrê veke.
Serokwezîrê Bulxaristanê Boyko Borisovê jî beşdarî merasima Dêra Hesin a ji hêla dîrokê va ji bo ortodoksên bulxar zehf girîng e bibe.
Serokomar Erdogan piştî merasima vekirina dêrê ew ê li Stenbolê Borîsov qebûl bike.