Önder Beyter
15 Hezîran 2018•Rojanekirin: 16 Hezîran 2018
MARDÎN
Li Mêrdînê cemaeta Siryaniyan jî beşdarî bernameya ku bi minasebeta Cejna Remezanê hat lidarxistin, bû.
Li bajarê pêkvejiyanê Mêrdînê bi destê Walîtiyê li Navenda Çandê ya Ataturk bernameya eydaniyê hat lidarxistin.
Ligel Serekeşeyê Dêra Kirklarê Gabriel Akyuz, cemaeta welatiyên Siryanî jî beşdarî bernameyê bûn.
Walî û Cîgirşaredarê Bajarê Mezin Mêrdînê Mustafa Yaman li vir axaftinek kir û diyar kir ku li bajarê pêkvejiyan, fireçand û firebaweriyê, ew xweş û geş pêşwaziyê li cejna remezanê dikin.
Yaman bal kişand ku piştî meha remezanê a xweş û aram, niha jî ew cejnê pîroz dikin. Yaman kêfxweşiya xwe îfade kir ku welatiyên Siryanî jî beşdarî bernameyê bûn. Yaman axaftina xwe wiha dewam kir:
"Civata Siryaniyan tu wextî Misilmanan bi tenê nahêlin û beşdariya çalakî û bernameyên wan dikin. Bi heman şêweyî Misilman jî civata me ya Siryanî û Êzdî bi tenê nahêle. Tradîsyoneke pir xweş heye. Ez sipasiya civata Siryanî dikim. Înşallah ev yekîtî, biratî û pêkvejiyan dê heta hetayê dewam bike."
- "Li Mêrdînê ne 2 cejn, em 4 cejnan bi hev ra pîroz dikin"
Serekeşeyê Dêra Kirklarê Gabriel Akyuz jî bal kişand ku ew Misilmanan wekî birayê xwe dibînin û loma jî ew beşdarî bernameyê bûn da ku cejnê pîroz bikin.
Akyuz diyar kir ku li bajarê fireziman û firedîn, ew cejnan timî bi hevra pîroz dikin û wiha pê da çû:
"Mêrdîn ji mêj va landika ziman, dîn û çandan e. Li Mêrdînê ne 2 cejn, em 4 cejnan bi hev ra pîroz dikin. Ez cejna hemû Misilmanan û birayên me yên Misilman ên Mêrdînî pîroz dikim, hêvî dikim ev cejn dê bibe wesileya aştî û aramiyê."