16 Hezîran 2018•Rojanekirin: 17 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibaba der heqê êrîşa dijî AK Partiyiyan a li Sirûcê da wiha got, "Me bi edalet û dadrêsê bawerî heye. Di encama vê lêpirsînê da heq dê were cih."
Fakibaba beşdarî eydaniya Serokatiya AK Partiyê ya Parêzgehê ya li restoraneke li navçeya Xelîliyeyê bû û li vê derê daxuyanî da rojnamegeran. Fakibaba di daxuyaniya xwe da cejna alema Îslamê pîroz kir û xwest ku herkes bi xêr û xweşî cejna xwe derbas bike.
Ji Fakibaba nirxandina wî ya li ser êrîşa dijî AK Partiyiyan a li Sirûcê pirs kirin û wî jî wiha xeberda:
"Duh bi rastî jî me eyd pîroz nekir. Ez naxwazim li wê mijarê vegerim. Em pir xemgîn in, divê ev bûyer neqewimiya. Li Rihaya me nayê. Lêpirsînên edlî û îdarî didomin. Me bi edalet û dadrêsê bawerî heye. Di encama vê lêpirsînê da heq dê were cih. Lêbelê êrîş dijî hevalên min ên ku xebata hilbijartinê dikirin, hatiye kirin. Herwiha ez êrîşê şermezar dikim. Em dia dikin ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin."