30 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
SÎÎRT
Terorîstên PKKî li Sêrtê 11 makîneyên kar ên ku pê rê çêdikirin şewitandin.
Di daxuyaniya Walîtiya Sêrtê da hat diyarkirin ku terorîstan 11 makîneyên kar ên ku di navbera gundên Baxlica û Demirkaya da pê rê çêdikirin şewitandin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin piştî ku haya wan bi bûyerê ket 2 tîmên tevgera taybet a cendermeyan û 2 kobrayên bizirx sewqî cihê bûyerê kirin, teyareyên bêmirov jî ji esmanî piştgiriyê didin operasyona ku li herêmê dewam dike.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku îdiayên dibêjin 'rê birîne û endamên rêxistina terorî propaganda kirine' rast nînin, terorîstan wesayitên li eraziyekî parkkirî bûn şewitandin.