20 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2017
OSMANIYE
Li Bexçeya navçeya Osmaniyeyê terorîstên PKKî bi teqemeniyên destî êrişî trêna bar kirin.
Teqemenî li ser rêya hesinî ya Îskenderûn û Entabê hatibû bicihkirin û di kêliya derbasbûna trênê de hat teqandin.
Ji ber teqînê di rêya hesinî û vagonên trênê de xisareke sivik çêbû.
Di êrişê de kuştî û birîndar tuneye û ekîbên ewlehiyê sewqî cihê bûyê hatin kirin.