Türkan Tosun
08 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
DAKKA
Wezîrê Karên Derva yê Bangladeşê Ebul Hesen Mehmûd Elî kêfxweşiya xwe anî ziman ku ji Tirkiyeyê heyet ji bo Arakaniyan tên welatê wan û wiha got: "(Di mijara Arakanê da) Tirkiye piştgiriyê dide me."
Elî li paytext Dakkayê di çarçoveya bernameya "Visit Bangladesh 2018" da ji Tirkiye, Kanada, Erebistana Siûdî,Japonya, Umman, Brezîlya, Etîyopya, Hindistan, Filipînler û Koreya Başûr qasî 50 rojnamevanan va hat bal hevdu û pirsên wan bersivandin.
Elî kêfxweşiya xwe anî ziman ku Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Emîna Erdogana jina Serok Recep Tayyîp Erdogan û heyeta bi wan ra hatine herêma Cox' Bazarê û wiha axivî: "(Di mijara Arakanê da) Tirkiye piştgiriyê dide me. Di mijara Arakanê da gelek planên wê heye."
El, got Tirkiye li Bangladeşê di gelek qadan da xebatan dike û ji bo Arakaniyan nexweşxaneyek ava kiriye.
Elî got qismeke Misilmanên ji Arakanê ji ber qerebalixa kampên Cox's Bazarê wê li girava Bhashan Charê bên bicihkirin û ew li ser vê mijarê dixebitin.
Ji bilî xebatên Tirkiyeyê der barê xebatên welatên din da jî Elî agahî da û got "Hindistanê li Arakanê ji bo Arakaniyan 250 avahî ava kir. Hikûmeta Çînê jî wê hezar avahiyan çêbike."
- Li dijî Misilmanên ji Arakanê paqijiya neteweyî
Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî ji 25ê Tebaxa 2017an vir da hejmara Mislimanên ji Arakanê yên ku ji ber zilm û qetlîamên li Myanmarê direvin û derbasî Banladeşê dibin ji 700 hezarî zedetir bû. Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bi dîmenên peykê va nîşan dan ku bi sedan gund hatine şewitandin.
Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî tundiya li hember Mislimanên ji Arakanê wek "paqijiya neteweyî" an jî "komkujî" bi nav dikin.