DAKKA
Li Bangladeşê piştî dardekirina serokê Partiya Cemeat-î Îslamî Abdulqadir Molla, partiyê biryara grevê girt û pîştî vê yekê jî bûyerên şîdetê derketin. Jimara miriyên ku di van bûyeran de mirin ji 30yî derbas bû.
Ji parêzerên Partiya Cemeat-î Îslamî Tajûb Îslam û kurê Abdûlqadir Molla Hasan Cemîl, bertekên xwe yên li hemberê bûyeran ji nûçegihanê AAyê re qise kirin.
Li herêma Sathkhîrayê duh bi şev di navbera gel û hêzên ewlehiyê de pevçûn derketin. Di pevçûnan de 4 ji wan endamên Cemeat-î Îslamî 5 kes bi destê polêsan hatin kuştin. Bi van kuştinan jimara kesên ku mirin derkete 34an. Hat ragihandin ku di şeva borî de 15 kes jî hatin binçavkirin.