26 Mijdar 2016•Rojanekirin: 27 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Merasima Vekirina Komî ya Veberhênanên Hawirdor û Tesîsên Darivandina Aravê ya Biyolojîk a Şaredariya bajarê mezin a Stenbolê da axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser bûyerên van rojên dawiyê û wiha got: "Tirkiye bi taybetî di 3 salên dawîn da ji nav xeleka êgir da derbas dibe. Divê em navê vê têkoşînê rast daynin. Piştî damezirandina komarê, 90 sal bi şunda em şerekî teze yê rizgariyê didin. Navê rewşa ku em tê da ne ev e; şerekî teze yê rizgariyê. Em vî şerî tenê li eniyekê nadin, di warê leşkerî, siyasî, diplomatîk, aborî û civakî da didin."
- "Ez berê xwe didim Xaliq û xelkê bersiva xwe wisa didim"
Serokomar Erdogan der barê mijara îdamê da got, "Ez li devê Hans mêze nakim û biryarê wisa nadim. Ez li devê George mêze nakim û biryarê wisa jî nadim vê baş bizanibin. Ez berê xwe didim Xaliq û xelkê bersiva xwe wisa didim. Ku gelê min dibêje 'îdam' ew ê bê Meclisê ku parlemento bêje îdam ew ê ji wir jî bê ba min. Ez ê jî wê biryarê tesdîq bikim, min ev gotibû. Nika hin kesên li YEyê radibêjim 'Serkomar tu îdamê dixwazî?' Ez ê bêjim ji te ra çi? Îradeya milî ku vê dixwaze, wekîlên wan jî vê qebûl dikin li gor qanûnan evê bê pêşiya kê? Serokomar. Ezê jî wek Serokomar biryara xwe di vê îstiqametê da bidim."
- Serokomar got "248 şehîdên min hene" û axaftina xwe wiha domand:
"248 şehîtên min hene. Ji ezeban ra berdana jinê rehet e. Rewşeke wan a wisa tuneye. 2 hezar û 193 xaziyên min hene. Ew rehet in. Derdê me heye. Parlemento, avahiya hereketa taybet û bi heman awayî Pireya Bogazê tê bombekirin. Li wir 36 însanên me şehît ketin. Şerm nakin û radibin dibêjin 'tu nikarî tiştekî wiha bixwazî.' "
- "15ê Tîrmehê di heman demê da hewla dagirkirinê ye"
Erdogan bal kişand ser hewla derbeyê Rêxistina Terorê ya Fetullahî û wiha axivî: "Hemû taxima Pensilvanyayê ka li ku ye? Nika radibe direve. Yan revîn dervayê welêt yan li nika li girtîgehan disekinin. Hesabê me bi wan ra heye. Qanûn çi emir dike, hiqûq çi emir dike ewê berdêla wê bidin. Ew ê bedela 248 şehîdên me bidin, bedela 2 hezar û 193 xaziyên me bidin. Ew ê hesabê dizîna pirsên ezmûna personelên dewletê bidin. Çiqas merin heqê wan bû lê belê neketin karên dewletê. Ev bi pirsên diziyê ketin wan karan, ew ê berdêla wê bidin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê êrîşa herî curetkar a ku 3 salên dawîn dikirin bû û wiha pê da çû: "Hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê bêguman êrîşa herî bêbext bû ku di 3 salên dawîn da em pêrgî wan hatin. FETOya çeteya bêbext berê çek, balafir, firoke, tank û topên ku bi saya gelek hatine kirîn da gel. Li Tirkiyeyê di paşerojê da 2 derbeyên fiîlî, 2 talûkeyên derbeyê û operasyoneke dîzaynkirina siyasetê çêbû. Van derbeyan di jiyana polîtîk û dilê gel da rêçên mezin hiştin, lê tu yek bi qasî 15ê Tîrmehê bêbextiyeke mezin nebû. Lewra 15ê Tîrmehê bi dînamîkên navxweyî çênebû, bi temamî bi emrê hêzên derva çêbû. Loma em dibêjin 15ê Tîrmehê di heman demê hewldana dagirkirinê ye."
"Nedayîna têkoşîna dijî terorê, teslîmbûneke ji terorîstan ra ye"
Serokomar Erdogan got, "Ji welatekê motanî Tirkiyeyê yê ku hema hema her roj lê bûyerên terorê diqewimin ra ku bêjin 'dijî terorê têkoşînê nede', meneya wê ew e ku 'dikana xwe kilît bike here'. Lewra nedayîna têkoşîna dijî terorê, teslîmbûneke ji terorîstan ra ye. Ey Parlementoya Ewropayê, gelo we ji rêxistina terorê ra cî çêkir, bi xêr be."
Guherîna Qanûna Bingehîn
Serokomar bal kişand ser xebatên guherandina Qanûna Bingehîn û axaftina xwe domand:
"Partiya îqtidarê û MHP xebateke hevbeş dimeşînin. Hêvî dikim ku di vir da gaveke xêrê bê avêtin. Di mijara guherandina destûra bingehîn da hejmara parlementerên herdu partiyan têrê nake. Lê heger ji nav mixalefetê jî piştgirî were wê li parlementoyê were çareserkirin. Lê çi be jî partiya îqtidarê û MHP çi dibêjin? 'Em dîsa jî bibim ber gel.' Gelê me wê ji vê ra çi bibêje? Ez baş dizanim ku gelê min wê çi bibêje. Lewra di lêkolînên raya giştî da vê dibînim. Gelê me berê çawa ji sedî 72 û ji sedî 58 destûra bingehîn guherand, bawer im wê dîsa bi heman rêjeyê piştgiriyê bide û destûra bingehîn biguherîne."