Türkan Tosun
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
TRT World Foruma ku ji bo pirsgirêkên rojane, çandî, polîtîk, aborî û civakî yên cihanê ra çareyên kurewî bên dîtin cara duyemîn îsal tê lidarxistin, dest pê kir.
Foruma ku bi temaya "Li cihaneke perçebûyî cardin hizirkirina aştî û ewlekariyê" tê lidarxistin û Ajansa Anadoluyê (AA) jî hevkarê wê yê ragihadina kurewî ye, li Swiss Hotel The Bosphorusê bi rê va diçe.
Serokê Meclisê Bînalî Yildirim di vekirina forumê da axivî û got: "Welatê me yek ji wan welatan a herî zêde ji ber şerê navxweyî yê ku 8 salan zêdetir e didome berdêlan dide. Lubnan jî, Urdin jî heman berdêlê didin. Me ji 3,5 milyon birayên xwe ra hembêza xwe vekir û em bûn wesîle ku ew bijîn. Hin welat nikarin vê baş fêm bikin. Dibêjin we '30 milyar dolar xerc kiriye'. Fêm nakin, nikarin fêm bikin. Heke mijar mirov be tu qîmeta pereyan tune. Xilaskirina mirovekî, xilaskirina cîhanekê ye. Nêrîna me, baweriya me vê dibêje."
- "Teror û terorîzm bê şert û merc divê bê redkirin"
Yildirim got divê alîkariya terorê neyê kirin û wiha dewam kir: "Ji bo ku em bigihêjin cîhaneke aştî, aramî û ewlehî lê heye, divê welatên bihêz 'adil û bi niyeteke baş' hevkariyê bikin. Têkoşîna dijî terorê ji mijarên ku divê hevkarî bê kirin yek û di rêza ewil da ye. Teror û terorîzm bêyî ku welat, nijad û dîn binêrin, bê şert û merc divê bê redkirin. Alîkariya terorê divê neyê kirin, piştgiriya çek û pereyan neyê dayîn."
- "Rastiya tahl ew e ku Amerîka piştgiriyê dide PYD/YPGyê"
Yildirim got PKKya ku 35 hezar mirovên bêguneh qetil kiriye îro jî bi navê PYD/YPG li ser axa Sûriyeyê çalakiyên xwe didomîne û wiha axivî: "Rastiya tahl ew e ku Amerîka û NATO bi eşkere, rasterast piştgiriyê didin wê. Bi hezaran tir çek, fuze û muhîmatan didin rêxistinê. Dema em pirs dikin mutefîqê me, dostê me bersiveke eceb dide. Dibêje 'Em bi wan ra hevkariyeke stratejîk nakin, em hevkariyeke taktîkê dikin'. Ev çi ye? Eletevşo ye. Hevkariya bi rêxistinên terorê ra ne rast e."
- "Gulen telîmata darbeyê da"
Serokê TBMMyê Yildirim daxuyand Fetullah Gulenê Serokê FETOya rêxistina terorê li Amerîkayê di malîkaneyekî da dijî û wiha got: "Her tişt diyar e. Yê ku telîmata darbeyê daye ew e. Hemû belge û agahî hene, lê dostên me, welatê ku em dibêjin mutefîq tiştekî nake. Nexwe tu wî îade nakî birê min, ma tu nikarî jiyana wî jî sînor bikî? Wek ku qet tiştek nekiriye, tu çima destûrê didî ku ew bijî? Ma çima lêpirsînekî jî nadî destpêkirin? Gelo tu ditirsî û fikaran dikî tiştên din wê li pişt wî derkevin? Tirkiyeyê dosyayên tije belge ne da li pêş wan, lê tu deng ji wan derneket."
- "Yekîtiya Ewropayê di çareserkirina pirsgirêkên navneteweyî da bi têra xwe aktîf nîne"
Yildirim tevgera Yekîtiya Ewropayê rexne kir û wiha axivî: "Hejmara biryarên Konseya Ewlehiyê yên ku li Qudsê, Filistînê hatine dayîn û Îsraîlê nexistiye rewacê çiqas in? Ji bo hin welatan hûnê bibêjin 'Ev mecburî ye, heke nekeve rewacê wê bibe sedema felaketa wan'. Lê hin welat dema nekin rewacê tiştek wê nebe, tu encamek wê dernekeve. Baş e, mirov wê çawa sîstemeke wisha bawer bikin? Yekîtiya Ewropayê di çareserkirina pirsgirêkên navneteweyî da bi têra xwe aktîf nîne. Em zêdetir Ewropaya ku xwe kişandiye hundirê xwe dibînin. Yekîtiya Ewropayê naxwaze bi pirsgirêkan va rûbirû bimîne, dîwarên sînorên xwe her ku diçe bilind dike, bi fikra 'marê ku li min naxe bila hezar salan bijî' tevdigere. Tevgera YEyê ya li hember pirsgirêkên dinyayê ne ji bo çareserkirinê ye. Gelek pirsgirêkên navneteweyî yên ji ber sedemên aborî û civakî ji ber tevgerên YEyê bi awayekî neyînî mezin dibin."
- Îsal wê 10 rûniştinên vekirî û 12 jî yên girtî dê bên kirin
Di foruma ku amadekariyên wê ev qedera salekê ye dewam dike da 10 rûniştinên vekirî û 12 jî yên girtî dê bên kirin.
TRT World Forum ku li ser kêşeyên herî girîng ên kurewî yên îro dinirxîne, ji çarheqalê dinyayê ji 600î zêdetir entelektuel, çêkerên polîtîkayê, pisporên bijarte, lîderên kurewî, kesayetên navdar, akademîsyen û nûnerên dezgehên ramanê li Stenbolê tîne cem hev.