Haydar Şahin
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
ANKARA
Erdogan: "Me biryar da di vê heyama perwerdeyê da burs û krediyê ji bo lîsansê 500, ji bo lîsansa bilind hezar, ji bo doktorayê hezar û 500 be."
"Em dixwazin bi Ofîsa Vegerîna Dijîtal va bi piştgiriya sektora taybet û zanîngehên me hemleya teknolojiyê bidin destpêkirin."
"Armanca me ewe ku xwendekarên me bi dersên li dibistanên xwe hîn dibin va bêyî alîkariya taybet a ji sazî û şexsan bikaribin bikevin zanîngehan, em dixwazin vê pergalê ava bikin û bidin rûniştandin."
Serok Erdogan diyar kir ku li hemû zanîngehan wê navendên kariyerê bên avakirin û wiha pê da çû: "Ev navendên kariyerê ji sala ewil a ku xwendekar dest bi dibistanê dikin pê va wê di mijara kariyerê da ji wan ra rêberiyê bikin û ev navend bi sektora reel ra hevkariyê bikin û xebatên xwe bidomînin."
"Em dixwazin di mijara pêşxistin û bikaranîna teknolojiyên dijîtal da têkevin nav welatên peşîkêş. Em biryardar in. Em bi tenê dikarin bi rêyê refaha civakî û aboriyê xwe pêş bixin. Ji bo vê em ê piştgiriyê bidin projeyên hêza reqabetê û ber û bereketê zêde dikin."
"Plana me ew e ku bi Ofîsa Çavkaniyên Mirovan va xebatên pêşeroja xwendekarên me yên zanîngehê eleqedar dike amade bikin. Di vê çarçoveyê da karê ewil ê ku em ê bikin jî derbasbûna 'Sîstema Qabîliyetê' ye."
"Em wisa plan dikin ku di kar da bicihkirina kesên zanîngeh qedandine ji hêla beş û zanîngehê va bişopînin û bipîvin. Bi vî awayî kîjan zanîngeha me di kîjan beşê da xwendekarên me bi cih kiriye û bi kêr hatiye emê bibînin. Heta dibe em ê wisa bikin ku li gor van rêzikan piştgiriya didin zanîngehên xwe kifş bikin."
"Em ê firsendên kariyerê yên zehf taybet pêşniyazî xwendekarên bi qabîliyet ên zanîngeh qedandine bikin, ji bo ku di sektora taybet da werin nirxandin emê bixebitin."
"Heke dixwazin pêşerojeke ewledar ava bikin dibê em ji perwerdeyê dest pê bikin."
"Di mijara hînkirina zimanê biyanî da em dixwazin navendeka standardê ava bikin. Ji bo vê jî ezmûnên têrdarî û muefiyeta zimanên biyanî yên zanîngehan bi navendî ji ser OSYMyê dibe bê kirin."
"Tu kesekê ku di jiyana perwerdeyê da bi hişmendiya 'alayek, welatek, miletek, dewletekê' mezin bibe ew ê ne li derva ne jî li hundir li dijî welata xwe çelakiyan neke."
"(Perwerde) Me her çiqasî li gor hejmarê serkeftineke mezin bi dest xistibe jî ligel vê li gor min bi gotina Mehmet Akîfê rihmetî di mijara mezinkirina 'Neslê Asim' da êm pêş neketin. Înşaellah em ê di heyama pêşiya me da vê kêmasiya xwe temam bikin."
"Li cihekî ku zanîngehên me û akademîsyenên me di nav teraliyê da bin ji civakê li benda pêngaveke mezin bin, hêviyeke badilhewa û beredayî ye."