28 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
ANKARA
Sererkaniyê der barê nûçeya rojnameya Hurriyetê ya ku serenava wê "Baregeh aciz e" de daxuyaniyek da û wiha got: "Di nav rewşeke wiha ya ku li dijî terorê bibiryarî û bicehd têkoşîn tê dayîn de, di heyameke ku Operasyona Mertalê Feratê biserkeftî temam dibe de îdia û buxtanên bi vî rengî ne baş in û em van şermezar dikin."
Li ser malpera înternetê ya Sererkaniyê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku di demên dawîn de li ser şexsê Orgeneral Hulusî Akar li dijî Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê rexne tên kirin ku zirarê bidin TSKyê.
Hat gotin ku der barê van rexne û îdiayan de ji çampeniyê re agahî hatiye dayîn û di 25ê sibatê de jî daxuyaniyek hatiye weşandin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê de wiha hat gotin: "Gotinên wek "Baregeh aciz e, li Baregehê acizî, di Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê de acizî" nehatine gotin. Ji bo pirsên ku hatine pirsîn hatiye gotin ku 'divê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê wek mijareke polîtîkaya navxweyî neyê bikaranîn û ji karên şexsî dûr bê xistin'. Di nav rewşeke wiha ya ku li dijî terorê bibiryarî û bicehd têkoşîn tê dayîn de, di heyameke ku Operasyona Mertalê Feratê biserkeftî temam dibe de îdia û buxtanên bi vî rengî ne baş in û em van şermezar dikin. Vê daxuyaniyê wek ku di nav dewletê û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê de pirsgirêkek heye nîşandan, şaşkirina mijarê ye. Muxatebên rexneyan ên ku bersiv hat dayîn diyar in. Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê wê di bin emrê dewlet û gelê xwe de be. Ewê wek her car bi bawer, bi qehremanî û fedakariyê va axa welat a ku bi xwîna şehîdan va hetiye avdan biparêze û wê bicehd û bibiryar xebatên xwe bidomîne."