Sevim Hatun
21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê kamyon û tirimbêlêk li hev du ketin, di encama qezayê da kesek mir, 6 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan kamyona qûm lê barkirî ya bi plakaya 63 M 2868 ku hê nasnameya ajokarê wê nehatiya tespîtkirin û tirimbêla bi plakaya 63 NP 647 a ku Salih Kiliç (55) diajot, li ser rêbeja navbera Şanliurfa Wêranşarê li kîlometreya 20emîn li hev du qelibîn. Wesayit piştî ku li hev du qetin qelibîn ser refujê.
Di qezayê da ajokar û Aslı (10), Hasan Huseyîn (16), Zîne (18), Mehmet Alî û Hanim Kiliça ku ji heman malbatê birîndar bûn.
Ekîbên 112 Serwîsa Bilez birîndar rakirin nexweşxaneyên li der û dorê.
Ji birîndaran Zîne Kiliç digel hemî midaxaleyan li nexweşxaneyê mir.