28 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
KILÎS
Penaberên sûriyî yên ku li Tirkiyeyê dimînin û di Eyda Qurbanê de çûbûn herêmên bi ewle yên li welatê xwe hê jî vedigerin Tirkiyeyê.
Di Eyda Qurbanê da 55 hezar û 200 sûriyî çûbûn welatê xwe û niha ji wan bi qasî 39 hezar kes paşve hatin.
Sûriyeyiyên ku ji Deriyê Sînor ê Esselamê derbas dibin tên ber Deriyê Sînor ê Oncupinarê li vir piştî kontrola ekîbên mihafazayê yê gumrukê, derbasî Tirkiyeyê dibin.
Rayedarên Midûriyeta Gumrukê ya Oncupinarê diyar kirin ku ji 5ê îlonê heta niha bi qasî 39 hezar sûriyî ji welatê xwe zivirîn Tirkiyeyê.
Celîle Ehmeda ji Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 5 sal berê ji Helebê hat xwe spart Tirkiyeyê û li Konyayê bi cih bû.
Ehmedê destnîşan kir ku bi salan e hay ji xizmên xwe tuneye û bi saya destûra di eyda da hat dayîn çû cem xizmên xwe û ew dîtin. Di axaftina xwe da Ehmedê ji ber alîkarî û piştgiriya ku Tirkiyeyê da penaberên sûriyî gelek spas kir.
Di Eyda Qurbanê da 55 hezar û 200 sûriyî çûbûn welatê xwe.