28 Îlon 2017•Rojanekirin: 29 Îlon 2017
DOHA
Rêhewaya Qeterê daxuyand ku wê ji sibê pê va hemû seferên Hewlêr û Silêmaniya bajarên Iraqê rawestîne.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya Rêhewaya Qeterê hat dayîn, li ser daxwaza Saziya Hewageriya Sivîl a Iraqê seferên Hewlêr û Silêmaniyê ji 29ê îlonê heta 1ê cotmehê hat rawestandin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî roja sêşemê di civîna çapemeniyê da ji Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxwaz kiribû ku di nav 3 rojan da kontrolên sînor û balafirgehan teslîmî Bexdayê bike.
Ji ber ku rêvebiriya Hewlêrê daxwaz red kiribû, Saziya Hewageriya Sivîl a Iraqê duh serê sibê daxuyaniya nivîskî da û daxwaz kir ku şirketên biyanî seferên Hewlêr û Silêmaniyê ji roja înê pê va rawestînin.