Abdullah Tel
18 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2015
AĞRI
Walîtiya Agiriyê li sê malbatên ku ji Sûriyeyê ji ber şer û pevçûnên navxweyî yên li welatê xwe reviyan û li Agiriyê di xaniyekî xirabe û sar de bi cih bûn, xwedî derket û alîkarî da wan.
Ekîbên Midûriyeta Malbat û Polîtîkayên Civakî, Weqfa Piştevaniyê û Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajarê Agiriyê çûn mala xirabe û guhê xwe dan penaberên sûriyeyî û kêmasiyên wan tespît kirin.
Piştî ku kêmasiyên penaberên 8 meh berê ji Sûriyeyê koçkiribûn û li Agiriyê bi cih bûbûn, hat tespîtkirin walîtiyê jî ji wan re soba, êzing, komir, dan, zad, xurek, sabûn û deterjan şand.
Rayedaran cil û bergên zivistanê jî li zarokan belav kirin.
Walîd Bîlalê (43) ji Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber sir û seqemê pir mexdûr in û wiha dewam kir: "Sobeya me kevn bû, dû jê dikişiya, ji me re sobe kirîn. Komir dan me. Li malê tiştekî xwarinê tunebû hemû lazmatiyên me yên kîlerê ji me re anîn. Bi taybetî jî ji me û zarokên me re cil û bergên zivistanê anîn. Min pereyê ceyranê nedabû ewê wî jî bidin. Ev rayedar ji ber ku hatin mala me ez, zarokên min û zarokên din gelek kêfxweş bûn."
Midûrê Îdareya Koçê ya Bajêr Bariş Ulker jî destnîşan kir ku malê kontrol kirin û alîkariya ku hewce dikir dan penaberan.