Abdullah Tel
26 Sibat 2016•Rojanekirin: 27 Sibat 2016
TEHRAN
Welatiyên Îranê ji bo hilbijartina Meclisa Pisporan a 5emîn û parlementerên Meclisa Îranê ya heyama 10î hilbijêrin îro diçin ser sandoqê.
Serokê dinî yê Îranê Elî Hamaneyê ku di her fersendê de ji welatiyan dixwest bila herin û ray biavêjin jî li navendeke hilbijartinê ya paytext Tehranê dengê xwe da.
Di hilbijartina ku ji bo civaka Îranê pir girîng e de reformîstên bi pêşîkêşiya Mihemed Riza Arîf û alîgirên Serokomar Hesen Rûhanî bi slogana "Hêvî, Hizûr û Pêşketina Aboriyê" ve di bin banê "Yekîtiya Piştevanên Hikûmetê û Reformîstan" cih digirin û mûhafazakarên ku lîderê wan Heddad Elî ye jî bi slogana "Debar, Ewlehî û Pêşketin"ê ve tevlî hilbijartinê bûn.
Li seranserê welêt 54 milyon û 915 hilbijêr hene û ji bo wan 53 hezar cihên hilbijartinê hat avakirin û 120 hezar sandoqên hilbijartinê hatin danîn. Dengdayîn bi saeta herêmî ve di 08.00î de dest pê kir û wê heta 18.00î dewam bike.