Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal ji sala 1992yan heta niha 4 hilbijartin hatin kirin û di van hilbijartinan de gelek tişt yekem car hatin kirin. Hilbijartina dawîn li gor yên berê bi aramî û bê bûyer, derbas bû. Partiyên ku berê bi îtifaq dikirin û bi lîsteyeke hevpar diçûne parlementoyê, vê carê tena serê xwe beşdarî hilbijartinê bûn. Gelek partiyan rêjeya rayên xwe û hêza xwe bi vî awayî dîtin.
- Yek lîste kêrî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nehat
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di hilbijartina 2009an de bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re (PDK) îtifaq kir û YNK vê carê bi listeya xwe bixwe beşdarî hilbijartinan bû û ji gelek rayên xwe bû. YNK cara ewilîn beyî serokê xwe Celal Talabanî beşdarî hilbjartinan bû û ji rayên xwe bû û ket rêza sêyemîn. Hilbijêrên ku dev ji YNKê berdan û mêyla xwe dan li ser Goran û partiyên îslamî. PDKya di bin serokatiya Mesûd Barzanî jî bereksê YNKê ji hilbijartinan serfirazî bi dest xist. Partiya îqtidarê PDK di bangeşeya xwe ya hilbijartinê de projeyên ku bi cî anîn, xizmet, îstiqrar û ewlehî destnîşan kir û digel rexneyên tûj yên muxalefetê ji hilbijêran raya pêbaweriyê sitand.
- Goran bihêzbûna xwe didomîne
Partiya Goran a bi serokatiya Mistefa Noşîrvan de jî ji muxalefeta xwe ya bibandor û bangeşeya xwe ya bihêz sûd wergirt. Gorana ku cîwan bêtir pê re eleqedar dibin, cara ewil jimara alîgirên hilbijêr zêde kir û cara ewil YNK li pişt xwe hişt û di parlementoya kurdan de bû partiya duyemîn.
- Eniya Tirkmenan beşdarî hilbijartinan bû
Tiştekî ewilîn yê din jî ew e ku Eniya Tirkmen ya Iraqê (ETI) ya ku di sala 1995an de hat avakirin û heta niha beşdarî tu hilbijartinan nebibû, cara ewil beşdarî hilbijartinên 2013an bû.
- Senaryoyên hikûmet avakirinê
Li Herêma Kurdistanê ji bo avakirina qebîneya nû li benda encamên fermî ne û der barê avakirina hikûmetê de li ser senaryoyên cur bi cur tên axaftin. Hikûmeta PDKê da zanîn ku dixwaze bi YNKya ku pê re di nav peymana stratejîk de ye, hikûmetê ava bike. Lê li YNKê hisûbis kêm nabin û tê gotin ku YNKya ku di tunebûna Celal Talabanî de bû warê nîqaşan, dê parçe bibe. Tê diyarkirin ku heke Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih têkçûna hilbijartina hincet bigire û bi tîma xwe ji partiyê veqete û partiyeke nû ava bike, dê PDK ji bo avakirina hikûmetê dê mecburî Goran bibe.
- Hilbijartina aram û bê bûyer
Hilbijartinên li Herêma Kurdistana Iraqa Federal li gor her sê hilbijartinên ewilîn bi aramî û bê bûyer derbas bû. Heyama hilbijartina ku bi awayekî serkeftî pêk hat, wek pêşketina demokrasiy herêmê tê şîrovekirin.
- Serpêhatiya demokrasiya kurdan
Li HKIF hilbijartina ewilîn 26ê cotmeha di sala 1991an de piştî ku hêzên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Baasê ji herêmê derketin, di 19ê gulana 1992yan de hat kirin. Di hilbijartinê de 971 hezar û 954 hilbijêran deng da. Ji bo ku partiyek bikeve parlementoyê divê ji benda ji sedî 7an derbas bibûya. PDKa Barzanî, YNKya Talabanî û Partiya Kedkar a Kurdistanê karin ku bikevin parlementoyê. Lê belê pişt re ji ber nakokiyên di navbera PDK û YNKê her du partî jî bi 50 parlementeran çûn parlementoyê. Di hilbijartina ewilîn de bi navê "Lîsteya binevşî" kotaya 5 parlementeran jî dabûn kêmneteweyan.
- Nekarîn 13 salan hilbijartinê bikin
Pişt re ji ber pêvçûnên navxweyî yên di navbera du partiyên îqtidarê PDK û YNKê de, nekarîn ku 13 salan hilbijartinê bikin. Li Herêmê hilbijatina parlementoyê ya duyemîn di sala 2005an de bi hilbijartina giştî ya Iraqê re hat kirin. PDK, YNK, Yekgirtoya Îslam, Partiya Komînîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat û Sosyal ya Kurdistanê û Partiya Kedê bi lîsteyeke hevpar çûn hilbijartinan. PDK û YNK 39, Yekgirtoya Îslam 9, Partiya Komînîst a Kurdistanê 3, Partiya Demokrat û Sosyal ya Kurdistanê 3, Partiya Xirîstiyanan 5, Partiya Tirkmenan 4, yên Azad 2 û her yek ji Partiya Sosyalîst, Partiya Kedê, Partiya Yekîtiya Neteweyî û Tevgera Cotkaran parlementerek derxistin. Komalî Îslam tena serê xwe çû hilbijartinan û 6 parlementer derxistin.
Di navbera hilbijartina ewil û ya duyem de ango ji 1992yan heta 2005an Herêma Kurdan wek hikûmeta Silêmaniyê û hikûmeta Hewlêr û Dihokê bû du hikûmet. PDK li Silêmaniyê nekete hilbijartinên di sala 2001î de û YNK jî li Hewlêr û Dihokê beşdarî hilbijartinan nebû.
Li herêmê hilbijartina parlementeran a sêyemîn di sala 2009an de bi hilbijartina serokê HKIFê re hat kirin. Ji bo serokatiyê 5 namzed hebûn û ji bo hilbijartina parlementoyê jî 24 lîsteyan ji bo 111 parlementeran dijberiya hev kirin. Di hilbijartina ku 2 milyon 518 hezar hilbijêran deng da de PDK û YNKya ku bi lîsteyeke hevpar çûn hilbijartinan 59 parlementer derxistin, Goran 25, Partiya Xizmet û Reformê 14, Tevgera Îslamî 2, Partiya Edalet û Azadiyê parlementerek derxist. Di hilbijartina serokatiyê de jî Mesûd Barzanî rayan ji sedî 70 hildabû û bibû Serokê HKIFê.