Türkan Tosun,Abdullah Tel
18 Mijdar 2017•Rojanekirin: 19 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Naîm Suleymanogluyê haltervanê neteweyî yê berê û şampiyonê olîmpiyatê (50) li nexweşxaneya lê dihat dermankirin wefat kir.
Suleymanogluyê ku ji ber nexweşiya sîrozê ji 28ê îlonê vir va li Nexweşxaneya Ataşehîr Memorîalê tedawî didît û 6ê cotmehê de neqla kezebê hat kirin îro wefat kir.
Werzişvanê neteweyî yê berê Suleymanoglu di 9 saliya xwe de dest bi halterê kir û gelek olîmpiyat qezenc kirin û navê xwe bi rekoran va li cihanê da hisîn.
Suleymanoglu dema 15 salî bû li Brezîlyayê beşdarî Şampiyoniya Halterê ya Ciwanan a Dinyayê bû û li wir madalyaya zêr qezenc kir.

Di 16 saliya xwe de vê carê Suleymanoglu rekorek bi dest xist û di dîroka halterê de bû şampiyonê dinyayê yê herî ciwan.
Suleymanoglu di jiyana xwe ya halterê de 3 madalyayên zêr ên olîmpiyatê, 7 sampiyoniyên dinyayê, 6 şampiyoniyên Ewropayê û 46 caran jî rekora dinyayê bi dest xist.
Naîm Suleymanoglu di salên 1984, 1985 û 1986an de li cihanê "haltervanê salê" hat hilbijartin.

Naîm Suleymanoglu di sala 1986an da bi daxwaza ji tundiyên Bulgaristanê xilas bibe û li ser navê Tirkiyeyê beşdarî pêşbaziyan bibe di Şampiyonaya Halterê ya Dinyayê ku li Melbourne ya bajarê Awistralyayê hat kirin da xwe spart Balyozxaneya Tirkiyeyê û îlticayî Tirkiyeyê kir.
Di Şampiyonaya Dinyayê ya sala 1993an da sê madalyayên zêrîn, 2 reqorên dinyayê bidest xist. Di Şampiyonaya Halterê ya Ewropayê da ku di sala 1994an da li Bulgaristanê hat kirin da jî bi sê bilindkirinan va 3 rekorên dinyayê serobin kir.

Di Şampiyonaya Dinyayê ya ku li Çînê hatibû kirin da jî digel seqetbûna wî ya dewam dikir 3 madalyayên zêrîn qezenc kir û di sala 2000î da jî wek serokê duyem ê Federasyona Halterê ya Navneteweyî hat hilbijartin.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan jî ji ber mirina werzîşvanê sedsalê got: "Naîm Suleymanogluyê şampiyonê me yê dinya û olîmpiyatan ê bi hefteyan mixabin di unîteya nexweşiyên giran da bû. Me ew ziyaret kir. Gava din jî wefat kir. Xwedê efû bike û serê malbat û hemû xizm û hezkirên wî û miletê me sax be."