11 Hezîran 2017•Rojanekirin: 12 Hezîran 2017
HAKKARÎ
Wezîrê Parastina Neteweyî Fikri Işik ligel Fermandarê Hêzên Bejayiyê Orgeneral Zekî Çolak li Herêma Baregeha Daglicaya li ser sînorê Iraqê hin lêkolîn pêk anî û herwiha ligel leşkeran paşîv xwar.
Işik piştî ziyareta xwe ya Fermandariya Tumena 3yemîn a Peyadeyan a li Yuksekovayê, bi helîkopterê derbasî Herêma Baregeha Daglicaya ku wekî erdnîgariya herî dijwar a Tirkiyeyê tê pênasekirin, bû. Işik li vir digel personelê Fermandariya Tabûra 6emîn a Hidûd ku wekî "Tabûra Daglicayê" tê zanîn, hat cem hev.
Helîkopterên leşkerî yên ku Wezîr Işik û Orgeneral Çolak tê da bûn, li baregeha leşkerî ku hezar û 550 mêtro bilind e, ji aliyê fermandarê tabûrê û herwiha personelê birutbe ê tabûrê hatin pêşwazîkirin.
Li vir herwiha Wezîr Işik û Orgeneral Çolak derbasî xwaringeha tabûrê bûn û ligel leşkeran hatin cem hev. Piştî ku dia kirin, nan xwarin.
Wezîr Işik di axaftina xwe ya piştî paşîvê da destnîşan kir ku ew gelekî kêfxweş e ku aniha li bal personelê qehreman ê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ye.
Işik bal kişand, ew bi leşkerên ku li ser sînor nobedê digirin serbilind e û wiha xeberda, "Hûn li vir peywira xwe ya welat bicih tînin û herwiha em jî di heman demê da çi ji destê me tê, em dikin da ku şert û mercên we baş û xweş be. Hatina cem we bona me wesîleya serbilindiyê ye."
Piştî paşîvê fermandarê tabûrê der barê fealiyetên li herêmê da brîfîng da Wezîr Işik. Işik paşê bi leşkeran ra wêne kişand.
- Girê 2 hezar û 520 mêtro bilind ziyaret kir
Wezîr Işik herwiha ji vir bi helîkopterê derbasî Baregeha Yuzbaşiyê Şehîd Hasan Ulker ya li ser Girê Rehmo bû.
Di ziyareta Herêma Baregeha Daglicayê da xêncî Fermandarê Hêzên Bejayiyê Orgeneral Zekî Çolak, Waliyê Hekariyê Cuneyt Orhan Toprak, Fermandarê Artêşa 2yemîn Korgeneral Metin Temel jî hevaltiya Wezîr Işik kirin.
Piştî lêkolînan Işik û Orgeneral Çolak derbasî Fermandariya Tumena Peyadeyan a 3yemîn bûn û herwiha şeva xwe li vir derbas kirin.