05 Sibat 2016•Rojanekirin: 07 Sibat 2016
ŞIRNAK
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu serdana Nexweşxaneya Dewletê ya Cizirê kir.
Muezzînoglu hat Cizîra navçeya Şirnexê ku lê hê operasyon dewam dikin. Muezzînoglu di çarçoveya serdana xwe da çû Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û li nexweşxaneyê pirsa jineke ku teze welidiye, kir.
Muezzînoglu navê "Ahmet" li dergûşa jinikê kir û zêrek wek diyarî da. Wezîr Muezzînoglu di çarçoveya serdana xwe da bi xebatkarên nexweşxaneyê ra hat bal hev û ji ber xebatan personelên nexweşxaneyê pîroz kir.
- Muezzînoglu li herêma ewle jî bi tîmên tenduristiyê ra xeberda
Muezzînoglu piştî serdana xwe ya li nexweşxaneyê, li taxa Cûdiyê ku tê îdiakirin birîndar hene, li ser kolana Nisêbînê bi tîmên tenduristiyê yên li herêma ewle ra xeberda. Muezzînoglu der barê rewşa dawîn da agahî hilda.