Nihat Kavşut
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ANKARA
Xebatên ku bi destê Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê ya Wezareta Karên Av û Daristanê li Cizîrê li derdora Çemê Dicleyê dihatin meşandin temam bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat diyarkirin xebatên li ser sînorê navbera Tirkiye û Sûriyeyê li dorbera Çemê Dicleyê ji bona rê li ber lehiyê bigirin dihatin kirin temam bûn.
Ji bona islahkirina Çemê Dicleyê ji çar aliyên Tirkiyeyê makîneyên Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê hatin emilandin.
Li gor agahiyan xebatên ku heger derketa îhaleyê herî kêm 15 milyon lire digirt bi makîne û îmkanên Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê bi 4 milyon lireyî hat çêkirin.
Veysel Erogluyê Wezîrê Karên Av û Daristanê destnîşan kir saziyê bi derfet û îmkanên xwe xebateke baş kir û got 14 kîlomêtro hat islahkirin û wê li derdora çêm jî dar bên çikandin.