Fatih Gazioğlu
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2018
TUNCELÎ
Li Ovacika navçeya Tunceliyê siruşt bi rengên payîzê balê dikişîne ser xwe.
Bi hatina payîzê re navçe bi rengên nû xemilî.
Ji welatiyan Rustem Can daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Ovacik hemû demsalan ciyekî xweş e lê xweşikiya payîzê hê cudatir e û wiha axivî:
"Li Ovacikê bihar çend xweş derbas dibin payîza me jî hin xweş derbas dibe. Bi zerbûna pelên daran dîmenên xweş dertên holê. Ez ji Manîsayê hatim vê derê. Manîsa jî bajarekî xweş e û hêşînahiya wê zêde ye. Lê hewa û hêşînahiya li vê derê xweştir e. Divê hemû kes van deran ziyaret bikin û van xweşikiyan bibînin."