Haydar Şahin
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2017
SÊRT
Di çarçoveya projeya "Em Anadulu Ne" ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî hat amadekirin da 184 xwendekarên ji Sêrtê ew ê herin gera Çeneqeleyê.
Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya pîlana çalakiya 180 rojî da projeya "Em Anadolu Ne" amade kir. Li gor projeyê ji 21 bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Welêt 50 hezar beşdarvanên ji 15 salî piçûktir ew ê bajarên cuda ziyaret bikin. Di çarçoveya projeyê da ji bo qefleya ji xwendekarên ji Sêrtê pêk tê merasima oxirkirinê hat lidarxistin.
Bunyamîn Kaşê Alîkarê Walî di merasima li Meydana 15ê Tîrmehê ya Demokrasiyê da axivî û diyar kir ku bi projeya di hîmeyeya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu da dan destpêkirin va ew ê bi tevahî 600 xwendekarî bibin Çeneqeleyê.
Kuş got ku di çarçoveya projeyê da gava li Sêrtê dan destpêkirin û wiha pê da çû: "Xwendekarên me yên ku herin Çeneqeleyê ew ê tevlî hin çalakiyan bibin. Îro 184 xwendekarên me ew ê ji Balafirgeha Batmanê derbasî Çeneqeleyê bibin, 3 rojan li wê derê bimînin. Piştî 3 rojan jî gava ewil a projeyame ew ê bê temamkirin."
Kuş diyar kir ku di sala 2018an da jî hezar û 800 xwendekarê herin Çeneqeleyê û projeyê temam bikin.
- "Kurê minê cara ewil li teyareyê siyar bibe"
Beytekîn diyar kir ku Çeneqele dibê bê dîtin û wiha axivî: "Kurê minê cara ewil li teyareyê siyar bibe. 7 zarokên min hene, ev cara ewil e ku zarokekî min bi hevalên xwe ra diçe dervayî bajêr. Ez bawer dikin ku ew ê bi awayê herî baş li zarokên me mêvandariyê bikin. Em zehf bextewar bûn."