12 Sibat 2016•Rojanekirin: 12 Sibat 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê piştî ku operasyonên li dijî endamên PKKya rêxistina terorê hat lidarxistin bi serkeftî qediya zirar û xisara ku terorê da navçeyê jî derket holê.
Li Cizîrê di 14ê kanûna 2015an de li dijî mensûbên rêxistina terorê operasyon hatin lidarxistin û piştî 59 rojan duh bi dawî bûn.
Ekîba AAyê jî piştî operasyonên ku mensûbên TSKê û ewlehiyê kirin ket navçeyê û zirara ku li navçeyê qewimiye kişandin.
Beriya ku operasyon dest pê bikin mensûbên rêxistinê dibistanekê dagirtibûn, wek baregeh ji xwe re bikardianîn û ji wê derê êrîşî hêzên ewlehiyê dikirin. Endamên rêxistinê li derdora dibistanê hendek kolandibûn, barîkat danîbûn û teqemenî bi cih kiribûn piştî şerekê dirêj ji dibistanê veqetiyan û dema çûn jî agir berî dibistanê dan û xisar dan dibistanê.
Li gor agahiyên hat hildan nêzî 60 dibistanên ku li navçeyê bûn jî ji ber şerê bi endamên rêxistinê re hat kirin de zirar dîtin.
Xisarên di avahiyan de tundiya şer û pevçûna ku li navçeyê qewimiye nîşan dide û li mizgeftên ku endamên rêxistinê wek baregeh bikardianîn zirarên mezin qewimîn. Mizgefta li Kuçeya Kûştepeya Taxa Nûrê jî ji wan yek e.
Di mal û xaniyên ku endamên rêxistinê wek kozik bikardianîn de jî zirarên mezin pêk hatin û hêzên ewlehiyê ji bo xebatên xwe yên lê gerîn kontrolê yên li navçeyê didomînin.