16 Îlon 2016•Rojanekirin: 17 Îlon 2016
AGRI
Li gundê Gokçebulakê ya ku li bintara Çiyayê Tendurekê ya ku dikeve navbara Çaldirana navçeya Wanê û Bazîda navçeya Agiriyê, endamên PKKya rêxistina terorê êrîşî gundparêzan kirin, di êrîşê da yek jê teqawîdbûyî 8 gundparêz, çawîşekê pispor û leşkerek şehît ketin, 3 leşker û 2 welatî jî birîndar bûn.
Walîtiya Agiriyê daxuyaniya xwe da diyarkir ku li texma gundê Gokçebulaka li bintara Çiyayê Tendurekê terorîstên PKKyî êrîşî ser ciyê gundparêzan kirin û li ser vê jî şer qewimî.
Di şerê li herêmê ku ji hewayê da jî piştgirî hat dayîn da 7 gundparêz û çawîşekê pispor û leşkerek şehît ketin, 3 leşker û 2 welatî jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hedefên hatin tesbîtkirin dan ber topan û kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê û ji eskerên birîndar yek digel hemû mudaxaleyan li nexweşxaneyê şehît ket.
- Gundparêzê teqawîdbûyî jî şehît ket
Walîtiyê ragihand ku gundparêzekî teqawîdbûyî yê bi wesayîta xwe ji bo rakirina cesedê welatiyekî ku li cihê bûyerê diçe herêmî û rastî êrîşa terorîstan tê.
Hat ragihandin ku gundparêzê teqawîdbûyî şehît ket û li herêmê operasyona dijî terorîstan dewam dike.