Haydar Şahin
22 Îlon 2017•Rojanekirin: 23 Îlon 2017
IGDIR
Îdir wek cureyên mêwe û sebzeyan di çandiniya garis da jî dibe xwedî îdia.
Li Geliyê Erezê ya ku Îdir jî tê da ye cotkar bi çandiniya garis him nanê xwe bi dest dixin him jî tevkariyê didin heywandariyê.
Midûrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Ozkan Yolcu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo çandiniya garis Îdir navendeke girîng e.
Yolcu destnîşan kir ku her diçe çandiniya garisan zêde dibe û wiha axivî: "Deşta Îdirê bi rastî xwediyê erdên bi ber û bereket e. Ji ber vê jî her cure dexl û den li vê derê hêşin dibin. Fabriqeyên êm ên li bajarên dorberê ji ber ku qîmeta wê zêde ye dixwazin ku garis Îdirê bistînin. Li bajarê me kêmûzêde li 11 hezar dolim erdî garis hatiye ajotin, li 27 hezar dolim erdî jî garisên ji bo silaja êm tên ajotin."
Yolcu got di hilberîna garis da tevkariyê didin aboriya herêmê û wiha pê da çû: "Garis ji bo cotkariya bi ber û bereket a bajarê me û heywandariyê zehf girîng e. Em texmîn dikin ku îsal li bajêr 40 hezar ton garisê bê hildan, me niha dest bi çinîna garisên ji bo silaja êm kir. Em dikarin ji dolimek erdî 5-6 ton garisî hildin. Ev ji bo pêşketina heywandariyê zehf girîng e. Em ê çend roj şûnda dest bi çinîna garisên din bikin. Ofîsa Mehsulên Axê (TMO) jî ji bo kirînê kampanya daye destpêkirin."
- "Hilberîna garis ew ê bi vî awayî kêrî heywandariyê bê"
Yolcu diyar kir ku cotkarên garis diajon kareke baş dikin û wiha pê da çû:
"Fabriqeyên êm garisên Îdirê tercih dikin ev jî ji bo aboriya Îdirê û cotkaran girîng e. Silaha garisan zehf kêrî heywanan tê. Çaxa em garisên ji bo silajê zêde bikin hejmara heywanên me jî ew ê zêde be û emê heywanên xwe bi rêyên tebiî xwedî bikin. Hilberîna garis ew ê bi vî awayî kêrî heywandariyê bê."