Nihat Kavşut
22 Îlon 2017•Rojanekirin: 22 Îlon 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî serdana li Turk-Îşê pirsên rojnamevanan bersivand û der barê rojevê da axivî.
Serokwezîr Yildirim der barê referanduma Herêma Kurdistana Iraqê ya di 25ê îlonê da wiha got: "Ez vê bi eşkereyî bibêjim. Biryara ji bo referandumê û bicîanîn û kirina referandumê ji bo Tirkiyeyê meseleya ewlehiya neteweyî ye. Tirkiye bi biryar e û xwe nade baş di mijara ewlehiya neteweyî da heqê xwe yên sirûştî yên di peymanên navneteweyî û peymanên dualî da biemilîne."
Yildirim diyar kir ev referandum ji bo herêmê bi xêr nîne û wiha got: "Ez li vê derê careke din dixwazim bang bikim. Hêj wext neqediyaye. Bila rêveberiya Iraqa Bakur, Barzanî dev ji vê eşqê, ji vê eksê berdin. Ev referanduma ku çar aliyê dinyayê li hember e, bi eşkere û dualî jî dijî hiqûqa navneteweyî ye dixwaze bike ji bo birayên me yên Kurd ên li herêmê jî wê bi xêr nebe. Ji bo herêmê wê bi xêr nebe."
Serokwezîr Yildirim der barê tezkereya Serokwezîriyê ya ku wê sibê li Meclisê bê nirxandin da wiha axivî: "Tezkereya bê, ji bo tehdîtên li ser rûdan û ewlehiya me ya neteweyî, dijî welatê me û talûkeyên li ser sînorê başur ên Tirkiyeyê biqewimin heqê mudaxaleyê dide. Ji bo esker şandinê heq dide."
Yildirim ji bona rêya ku di derbasbûna lîseyan da bê bikaranîn wiha got: "Em ê ji dibistana seretayî hetanî dawiya dibisana navîn ji bo 8 salan bala xwe bidin ser serkeftina xwendekaran û biryarê dibin ku ew ê herin kîjan lîseyê. Ji bo sependina ku ew ê bînin dewsa TEOGê Wezareta me ya Perwerdeya Neteweyî li ser alernatîfan dixebite. Em ê di Lijneya Wezrîan da li ser vê neaxivin lêbelê di Lijneya Wezîran a pey vê da em ê vê binirxînin."
Serokwezîr Yildirim der barê verastkirina serkariyê da wiha axivî: "Em ê vê meseleyê teqez ji rojevê derxin û xebatkarên xwe, statuya xebatkarên me yên di kamuyê da dixebitin li ser bingeheke mayînde bi cih bikin."