Nihat Kavşut
22 Îlon 2017•Rojanekirin: 23 Îlon 2017
BELGRAD
Nedîm Kayayê Dîrektorê Firotin û Bazarkirinê ya Ajansa Anadoluyê (AA) destnîşan kir AAyê di demeke kurt da bi 2 zimanên din servîsên nû veke û wiha got: "Li Cakartaya paytextê Endonezyayê bi endonezî û li Bogotaya paytextê Kolombiyayê bi îspanyolî servîsên teze vebin û wê tora ziman ya AAyê fireh û mezin bibe."
Li Belgrada paytextê Sirbistanê do konferansa Yekîtiya Ajansên Nûçeyan ya Ewropayê (EANA) dest pê kir û di roja duyemîn da civîna lijneya giştî hat kirin.
Konferans di organîzatoriya Tanjugaya ajansa nûçeyan a Sirbistanê da hat kirin û di konferansê da nûnerên ajansên endam û Metîn Mutanogluyê Rêvebirê Weşana Giştî û Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê, Nedîm Kayayê Dîrektorê Firotin û Bazarkirinê yê AAyê û Serdar Mahmutogullariyê Rêvebirê Têkiliyên Derva yê AAyê beşdar bûn.

Di konferansê da Nedîm Kaya li ser navê AAyê axivî û diyar kir AA bi gelek zimanî nûçeyan diweşîne û wiha got: "AA bi 11 zimanî nûçeyan li herêmên zimanan belav dike û digel vê hewl dide bi çend zimanên hevbeş jî li hemû dinyayê belav bike."
Kaya destnîşan kir AAyê di demeke kurt da bi 2 zimanên din servîsên nû veke û wiha got: "Li Cakartaya paytextê Endonezyayê bi endonezî û li Bogotaya paytextê Kolombiyayê bi îspanyolî servîsên teze vebin û wê tora ziman ya AAyê fireh û mezin bibe."
Di konferansê da ji xeynî AAyê tevî AFP (Fransa), ANP (Hollanda), Tanjug (Sirbistan), APA (Awistirya), AZERTAC (Azerbaycan), DPA (Almanya), EFE (Îspanya) û PA (Îngilistan) ji 31 dewletan nûnerên ajansên nûçeyan amade bûn.
Di konferansa do dest pê kir da der barê vizona sedsala 100emîn ya AAyê da jî agahî dan beşdarvanan.