21 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li ATO Congresîumê beşdarî "Hevdîtina Haci Bektaş Velî ya Navneteweyî û Cema Sultan Newroz" bû.
Yildirim got ku ewê destûrê nedin ku tu kes li DEAŞa rêxistina terorî binihêrin, îslam û terorê bînin bal hev û wiha dewam kir: "Rêxistinên terorî yên wek DEAŞ, Boko Haram, Şebab, PKK, YPG rêxistinên terorî ne. Tu eleqeya wan û dînê me îslamê bi hev re tune. Mixabin ev rêxistin zerera herî mezin didin dînê me, misilmanan. Em li tu dereke dinyayê çalakiyeke terorê ya li hember mirovên bêsûc qebûl nakin. Divê em li hember van kesan li bawerî û gotinên wan nenihêrin wan wek rêxistinên terorî qebûl bikin. Îslam li hember terorê, tundiyê, zordariyê û nijadperestiyê ye."
- "Emê heta hetayî bi hev re bijîn"
Serokwezîr Yildirim got ku ewê her tim bi hev re bijîn û wiha dewam kir: "Bi hezarê salan e me çi kiribe, bi hev re kiriye. Hezar sal in şahiyên me hevpar bûn. Me hemû pirsgirêkên xwe bi hevkariyê çareser kir."
Yildirim got ku çawa di 20ê adarê de siruşt ji xewa xwe ya dirêj şiyar dibe, bihar tê pereng dikeve hewa, ax û avê, dem hatiye ku pereng bikeve dilan.
Yildirim wiha dewam kir: "Em wan kesên ku duh bira bera hevdu didan, nîfaq dixistin nav eshabê Hezretî Pêxember, li Kerbelayê Ehlîbeyt bi zalimane kuştin, wek serlîstikvanê fitneyê lîstin, tu caran ji bîr nakin. Li Çorûmê, Meraşê, Meletiyê û Madimakê heman hişmendî bi heman armancê va dîsa li ser kar bû"