21 Adar 2017•Rojanekirin: 22 Adar 2017
ÎSTANBUL
Heyva Sor a Tirk di tehliyekirina 30 hezar sivîlên ji taxa Waera Humsê ya di bin dorpêça rejima Sûriyeyê da roleke berçav lîst û di mijara alîkariya mirovî da dîsa ji dinyayê ra bû nimûneyeke dîrokî.
Li Sûriyeyê li gorî rêkeftina 13ê adarê ya di navbea rejim û muxalifan da, ji bo tehliyekirina 30 hezar sivîlên herêma Waerê operasyonek hat lidarxistin. Herwiha ji bo vê mebestê Heyva Sor a Tirk digel Heyva Sor a Ereb a Sûriyeyê û Komîteya Xaça Sor kordînasyon danî û roleke berçav lîst.

Heyva Sor a Tirk nan û av di serî da pêdawîstiyên wekî starbûn, cilûberg û xizmeta tenduristiyê pêşkêşî sivîlên ku tehliyeyî herêmên ewle kirin, bicih tîne.

Serokê Giştî yê Heyva Sor a Tirk Kerem Kinik di daxuyaniya xwe ya ku der heqê operasyona tehliyekirina sivîlan û xebatên alîkariya mirovî da, da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li herêma Waerê ya Humsê mîna Helebê, di pevguhastina alîkariya mirovî da gelek kêşe derketin û herwiha di çarçoveya rêkeftina 13ê adarê da biryara tehliyekirina 30 hezar sivîlî a li bal deverên ewle hat standin.

Kinik bal kişand ku li ser vê biryarê Heyva Sor a Ereb û ya Tirk çavdêriya tehliyeyê dikin û wiha xeberda, "Li gorî operasyonê ji 30 kesî destûra mayîna nêzîkî 8 hezar kesên ku kal, pîr, karmend û xwendekar in, hat dayîn. Ji xeynî wê, destûr dan ku nêzîkî 7 hezar însanên ku navê wan di lîsteya rejimê da tuneye, derbasî navçe û deverên din ên Humsê bin. Dîsa îzin dan ku 3 hezar muxalifên çekdar derbasî çoltera Humsê bin, 6 hezar sivîl derbasî Cerablusê bin, 6 hezar sivîl jî derbasî Îdlibê bin."