Bi sedan şiiyên ıraqî ji bo ku beşdarî çalakiya şehîdkirina roja 40emîn a Hz. Huseyîn û 72 hevalên wî bibin ber bi Kerbelayê dimeşin.
Şiiyên ku li Basra, Nasiriye, Necef û Bexdayê rê ketin ku herin Kerbelayê, di destên wan de bi alên reş, kesk û sor ve ber bi bajêr dimeşin. Şiî diçin bajêr ku şehîdkirina roja 40emîn a Hz. Huseyîn û 72 hevalên wî bi bîr bînin.
- Li Bexdayê tevdîrên ewlehiyê hat dîtin
Ji ber çalakiya ku roja şemiyê wê bê lidarxistin li paytext Bexdayê tevdîrên ewlehiyê hat dîtin. Rêyên sereke ji çûyîn û hatinê re hatin girtin. Gelek hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Parastinê û Karên Navxweyî li kuçe û kolanan digerin û nobetê digrin ku pirsgirêkek çênebe.
Ji bo ku xwarin û vexwarin ji mirovan re bê belavkirin gelek kon hatin vegirtin. Di van konan de xwarin û vexwarin belavî rêwiyan tê kirin.
Tîmên tenduristiyê jî ji ber rewşên acil bi ambulansan ve amade bêndê disekinin.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Saad Maan daxuyand ku bi rojan berê rêbejayiya Bexda û Kerbelayê tevdîrên ewlehiyê hatin hildan û ev tevdîr wê dewam bikin.