29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Demba Ba yê ku futbolîstê ji Senegalê ye û tîma Beşîktaşê dixwaze ku wî hilde tîmê, hat Stenbolê.
Demba Ba ji Amerîkayê hate Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê. Rayedarên Beşîktaşê ew li balafirgehê pêşwazî kirin.
Demba Ba berê li tîma Çînê ya Shanghaî Shenhuayê de bû lê ji ber ku seqet bû ev 7 mehin futbolê nalîze. Ewê sibê here nexweşxaneyê û kontrola wî ya tenduristiyê wê bê kirin.
Heke rewşa wî baş be rayedarên Beşîktaşê dixwazin ku ew transferê tîma wan bibe.
Demba Ba, di heyama 2014-2015an de di Beşîktaşê de lîstibû.