Futbolîst Dîdîer Drogbayê ku di tîma Chelseayê ya Îngiltereyê de dilîze got ku wî bêriya Stenbolê, hevalên xwe û xwarinên Tirkan kiriye.
Drogba li paytext Londrayê beşdarî civîna xelatan a Yekîtiya Nivîskarên Futbolê (Football Writers' Association) bû û li wir pirsên nûçegihanê AAyê bersivand.
Drogbayê ku di heyama salên 2012-13 û 2013-14an de di tîma Galatasarayê de lîstibû wiha axivî: "Min bêriya gelê Tirk kir, bêriya hevalên xwe û Stenbolê kir. Li Stenbolê bîranînên min yên pir xweş hene. Min bêriya xwarinên tirkan jî kir. Ez ji gel re silavên xwe dişînim."
Drogba wiha axivî: "Piştî ez hatim Chelseayê jî ez pêşbirkên Galatasarayê dişopînim û ez wisa bawer dikim ku Glatasarayê bibe şampiyon. Ji bo guherîna rahênerê teknîkî jî dikarim bibêjim ku klup ji bo xwe çi baş be mecbur e ku wê bike. Lewra armanc serkeftîn e. Biryara van tiştan zor e, lê heke rewş baştir be û alîgir kêfxweş bin ev biryar jî baş in."
Ji bo guherina statuya futbolîstên biyanî de jî Drogba wiha axivî: "Sînornekirina futbolîstên biyanî tiştekî girîng e. Him ji bo futbolîstên Tirk û him jî ji bo asta lîgê divê ji derve futbolîst bên û tecrubeyên xwe parve bikin."
Drogba ji bo tîma Chelseayê wiha got: "Hêvî dikim ku em di vê heyamê de kupayan bistînin. Ez di tîma Chelseayê de pir kêfxweş im. Tîma Menchester Cîty wê heta dawiya vê heyamê zorê bide me. Manchester Unîted jî waye li wir disekine. Tîmên mezin tu caran ji holê ranabin."