ÎSTANBUL
Semîh Şenturk xwe amade dike ku ji Fenerbahçeyê transferî Medîcakal Park Antalyasporê bibe. Semîh piştî 14 salan ji Kadikoyê xatir dixwaze.
Fenerbahçeyê daxuyand ku ew di heyama 2013 û 2014an de nafikirin ku Semîh di qadroyê de cih bigre. Semîh jî piştî vê bi Medîcakal Park Antalyasporê re rûnişt û tê hêvîkirin ku dê sibê bi Medîcakal Park Antalyasporê re peymanê îmze bike.
Semîh di heyama 1999 û 2000an de transferî tîma PAFê ya Fenerbahçeyê bûbû. Di lîga PAFê heyama 2000 û 2001an de nasnava "Qralê Golan" hilda. Di heyama 2007 û 2008an, di Lîga Super û Tîma Ayê de nasnavê "Qral" hilda. Semîh bi golên ku avêt di 14 salan de di nav alîgirên Fenerbahçeyê de deng veda.