Di hefteya 9emîn a Lîga Super a Spor Totoyê de Galatasaray bû mêvanê Kardemîr Karabuksporê. Gola ewil a pêşbirkê di deqîqeya 3yemîn de ji Galatasarayê Chedjoû avêt. Chedjoû serî li goka ku Selçûk jê re avêt xist û li hemberî Kardemîr Karabuksporê tîma xwe 1 û 0 bipêş xist.
Nîva ewil a pêşbirkê bi vê encamê qediya.
Di nîva duyemîn de ji Kardemîr Karabuksporê Emre Gungor serî li gokê xist û skor kir 1 û 1
Tîma Galatasarayê di deqîqeya 71an de bi lêdana Ûmût Bûlût bersiv da û skor bû 2 û 1.
Galatasaray a ku li deplasmanê mêvanê Kardemîr Karabuksporê bû pêşbirkê ji reqîbê xwe 2 û 1 bir û bû xwediyê 3 pûanan.