Süha Gür
16 Adar 2026•Rojanekirin: 17 Adar 2026
Tîma Galatasarayê amadehiyên maça rovanşê ya Liverpoola tîma nûnera Îngiltereyê domandin ku dê 18ê Adarê Çarşemê li deplasmanê di çarçoveya tûra 16ên dawîn ên Lîga Şampiyonan a UEFAyê da derkevin hemberî hev.
Di daxuyaniya kuluba sor û zer da hat diyarkirin, antrenmana ku bi rêberiya Okan Burukê dîrektorê teknîkî li Tesîsên Kemerburgaz Metin Oktay hat kirin, bi germbûna dînamîk dest pê kir.
Hat diyarkirin, îdmana ku bi xebata pasê ya du komî ya ji 8an 2yê dewam kir, piştî organîzasyonên gogsitandin û parastinê, bi maça cot qeleyê va kuta bû.
Galatasaray dê bi antrenmana sibê va amadehiyên xwe temam bike.