Türkan Tosun
31 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 03 Tebax 2019
Li Erdîşa navçeya Wanê Îzzet Şevketogluyê hespan xwedî dike hespan di Gola Wanê da dişo, li qeraxa golê dide bezîn û paşê wan ji bo pêşbirkê dişîne bajarên din.
Li Erdîşa navçeya Wanê Îzzet Şevketogluyê hespan xwedî dike hespan di Gola Wanê da dişo, li qeraxa golê dide bezîn û paşê wan ji bo pêşbirkê dişîne bajarên din.
Şevketoglu hespên pêşbirkê tîne devê golê digerîne û paşê bi ava golê ya bisoda va dişo.

Hespên di pêşbirkan da seqet dibin jî dîsa bi destê Şevketoglu tên dermankirin, lewra ew van hespan jî piştî dermankirinê tîne devê golê digerîne da ku ew bê antreman nemînin.
Şevketoglu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew bi van antremanan va dixwaze hesp di pêşbirkan da serkeftî bibin.

- "Ji bo ku bi ser kevin em hespên xwe li qeraxa Gola Wanê amade dikin"
Hespên pêşbirkan li devê Gola Wanê dide bezîn
Şevketoglu wiha axivî: "Ava Gola Wanê bixoyê û soda ye ku çêrmê hespan hişk dike. Ev ji bo nexweşiyên binê çêrm baş e, birînên li ser çêrm jî zû baş dike. Hespên seqet dibin jî piştî dermankirinê di golê da soberiyê dikin, li ser xîzê dibezin û bi hêsanî li ser xwe dimînin. Ev der ji bo nexweşiyên nahêlin hesp bibezin baş e. Li navçeyê ji 10 malbatan zêdetir kes vî karî dikin. Hespên hevalên me jî di hîpodroman da dibezin. "Ji bo ku bi ser kevin em hespên xwe li qeraxa Gola Wanê amade dikin."